Pûtîn diyar kir ku Serokomarê berê yê Ukraynayê bi hewldana wî ji welatî wî hatiye rizgarkirin. Pûtîn got ku bûyerên sala buhrî di meha Sibatê de li Ukraynayê hatine jiyîn, li Rûsyayê ferz kiriye ku Kirimê îlhaq bike.
Vladîmîr Pûtîn di roportaja xwe ya di çarçoveya belgefîlma bi navê ‘Kirim: Vegera malê’ya di Televîzyona Rossîa de hat weşandin de, bal kişand ser tedbîrên ku piştî bûyerên sala buhrî li Ukraynayê hatine jîyîn hatine girtin sekinî. Putîn diyar kir ku piştî ku Serokkomar Vîktor Yanukovîç di 22’ê Sibata 2014’an de ji wezîfeyê ket, operasyona ji welat derxistinê ji aliyê wan ve hatiye kirin.
Vladîmîr Putîn di roportaja xwe de bûyerên piştî ketina Yanukovîç hatine jiyîn wiha vegot: “Min rayedarên payebilind ên Wezareta Parastinê û serwîsên veşarî, anîn Kremlînê. Min peywir dan wan ku serokkomarê Ukraynayê xilas dikin. An jî wê bihata qetilkirin.”
Pûtîn got ku civîna di şeva 22’ê Sibata 2014’an de hatiye kirin heta sibeha 23’ê Sibatê berdewam kiriye û piştî civînê Kirim neçar maye tevlî xaka Rûsyayê bibe.
Pûtîn da zanîn ku biryara îlhaqa Kirimê jî di şeva 22’ê Sibatê de hatiye girtin.
Li Ukraynayê di Mijdara 2013’an de çalakiyên li dijî Yanukovîç pêk hatin û Serokkomar di Sibata 2014’an de ji wez'ıfeyê ket. Piştî hêzên bi piştgiriya Rojava hatin desthilatdariyê Rûsên Rojhilatê Ukrayna û Kirimê ketin tevgerê. Di 27’ê Sibatê de yekîneyek leşkerî Parlamentoya Herêmî ya Kirimê dagir kir û heman rojê biryara referandûmê ji aliyê parlamenterê Kirimê ve hatibû girtin.
Di 28’ê Sibatê de bi hezeran kesên çekdar ên girêdayî Rûsyayê kontrola Kirimê girtin dest. Li Kirimê di 18’ê Adarê de referandûm pêk hat û daxwaza bi Rûsyayê ve xwe girêbide fermî bû. Lê ev daxwaz ji aliyê Ukrayna û civaka navneteweyî ve nehatibû naskirin.