Li Nîjeryayê di 3 êrîşên bombeyî de 47 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Nîjeryayê paytexta Eyaleta Borno ya Maîdugurî di 3 êrîşên bi wesayîtên bomberbarkirî de herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Nîjeryayê paytexta Eyaleta Borno ya Maîdugurî di 3 êrîşên bi wesayîtên bomberbarkirî de herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li eyaleta Borno ya Nîjeryayê di encama 3 çalakiyan de 47 kesan jiyana xwe ji dest da herî kêm 50 kes birîndar bûn.

Êrîşa destpêkê li bazareke masiyan li gor saeta herêmî saet 11:20’an pêk hat. Di êrîşa li vır 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Êrîşa duyemîn jî piştî saetekê li bazareke din pêk hat. Di êrîşa duyemîn de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da. Êrîşa sêyemîn li rawestgeheke otobûsan saet 13.00’an rû da.