Krîza Ûkraynayê: Vekişandina çekan piştrast bû

Serokkomarê Ûkraynayê Petro Proşenko pişrast kir ku alîgirên serxwebûnê yên li rojhilatê Ûkraynayê, beşeke girîng a çekên xwe yên giran ji eniya şer vekişandine.

Serokkomarê Ûkraynayê Petro Proşenko pişrast kir ku alîgirên serxwebûnê yên li rojhilatê Ûkraynayê, beşeke girîng a çekên xwe yên giran ji eniya şer vekişandine.

Proşenko beriya 3 rojan hêzên alîgirê Rûsya yên li rojhilatê welêt sûcdar kiribû, ku naxwazin çekan ji eniyê vekişînin.

Proşenko roja Duşemê ji qenaleke televîzyonê re axivî û diyar kir ku hêzên alîgirê Rûsyayê beşeke girîng a çekên xwe yên giran ji eniya şer vekişandine.

Proşenko her wiha ragihand ku hêzên hikûmetê jî beşeke mezin a rokêtavêj û sîstema topvanan a li eniya şer, vekişandine.

Li gorî peymana agirbestê ya di meha Sibatê de li paytexta Belarûs Mînskê hat îmzekirin, ferz e ku her du alî topên xwe yên zêdeyî 100 mm kalîbreyî bi qasî 50 km, sîstema rokêtan 70 km û fuzeyên xwedî menzîleke dirêj 140 km derxînin derveyî eniya şer.

Komara Gel a Donetskê di 7'ê Adarê roja Şemiyê de daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku wan cureyek ji topên xwe li depoyeke 94 li rojhilatê Donetskê bicih kirine.

Pêvajoya vekişîna çekan û mercên agirbestê ji aliyê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (RHEE - OSCE) ve tê kontrolkirin.

Proşenko di daxuyaniya xwe de her wiha diyar kir ku ji 15'ê Sibatê dema ketina meriyetê ya peymana agirbestê û vir ve 64 leşkerên Ûkraynayî jiyana xwe ji dest dane, ji roja destpêkirina pevçûnan û vir ve jî 1.549 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî di pevçûnên li rojhilatê Ûkraynayê de, ji Nîsana par û vir ve 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî mîlyonek mirov jî bê cih û war man.