RCS ên navneteweyî li hemberî NSA doz vekirin
Şopandina bê sînor a têkiliyên bi rêya telefon û înternetê ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA), saziyên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên Navneteweyî xist nava tevgerê.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), Rêxistina Efûyê (AI, Yekîtiya Azadiyên Sivîlan a Amerîkayê (ACLU) û danezrînerê Wikimedia Weqfa Wikimedia jî di nav de 9 saziyên civakî yên sivîl li hemberî NSA doz vekirin.
Di daxwaznameya dozê ya pêşkêşî Dadgeha Bilind a Federal hat kirin de hat destnîşankirin ku sîstema guhdarîkirin û şopandina berfireh a NSA dimeşîne 'li dijî destûra bingehîn' e. Saziyên dozdar ragihandin ku NSA di erka Kongreya DYA daye wê de zêdegavî kiriye û azadiya raman û çapemeniyê bipê kiriye.
Nûnera Rêxistina Efûyê ya Amerîkayê Naureen Shah der barê dozê de daxuyaniyek da û got, "Ev doz, ji bo xebatên dawîanîna li îşkence, êrîşên derveyî hiqûqê û binpêkirina mafên mirovan, li hemberî şopandin û guhdarîkirina giştî ya gefeke cidî ye, xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
Di daxuyaniya Weqfa Wikimedia de jî hat ragihandin ku NSA bi destwerdana li jiyana taybet a mirovan re di heman demê de derb li 'azadiyên entellektuelî' xistiye.