Komara Çekê 15 balafirên şer difiroşe Iraqê
Hikûmeta Komara Çekê, rê li ber firotina 15 balafirên şer û perwerdeyê yên L-159 ên ji bo Iraqê vekir.

Wezîrê Parastinê Martîn Stropnîcky daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku li ser 15 balafiran tê axivîn û got, "Buhayê giştî yê van balafiran 750 mîlyon kron (27.5 mîlyon Euro) e."
Kargeha çêkirina balafiran a bi navê Aero Vodochody, di salên 1990'î de ji bo artêşa Çekê 72 balafirên ji vî celebî yên li gorî pîvanên NATO, çêkir. Maliyeta vê 1,83 mîlyar Euro bû. Lê belê artêşê, ji ber jêbirên budçeyê bi tenê 30 ji van balafiran parast.
Balafirên wê ji Iraqê re bên firotin dikarin ji hewayê fuzeyê berde hewayê û erdê. Parçeyên balafirên bi tîpa L-159, ji sedî 80'yî wê di serî de Amerîka ji welatên biyanî tên kirîn.
Komara Çekê par di berdêla 1,5 mîlyon Euroyî de cebilxane dabû hêzên Başûrê Kurdistanê.
Fîrmaya Çekê Excalîbûr jî di meha bihurî de ragihandibû ku ji bo 100 tankên T-72 û maşînên şer ên bi tîpa BVP-1 bifiroşe Iraqê, bi hikûmeta Iraqê re peyman mor kirine. Mîna balafiran, ev jî çekên ku pêwîstiya Komara Çekê pê tineye.