Pêşveçûna artêşa Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê didome

Artêşa Iraqê û mîlîsên Şîî li Iraqê li herêmên Ambar û Selahaddînê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonên xwe didomînin.

Li Selahaddînê bajarokên El Dur û Hemrîn û gelek gund, her wiha Anbar gundên derdora Kerme ketin bin kontrola hêzên Iraqê.  Hêzên artêşê bajaroka El Bagdadî dîsa xistin bin kontrola xwe û dagirkirina Cubayriye ya ji aliyê DAIŞ’ê hatiye kirin jî didome.

Operasyonên artêş Iraqê û dildarên El Haşd El Şahî Şîî yên li dijî cihên ku ketine destê DAIŞ’ê didome.  Wezareta Parastina Iraqê diyar kir ku di pevçûnên ku ev hefteyek zêdetir e didome kontrola herêmê dîsa ketiye destê artêşê û 193 çete hatine kuştin.  Hat gotin ku li bajarê Selahaddînê jî operasyonên ku hatine meşandin asta wê ya yekem û duyem temam bûye.

LI TÎKRÎTÊ PEVÇÛN DIDOMIN

Çavkaniyên herêmî yên herêmê diyar kirin ku pevçûnê derdora Tîkrîtê dijwar bûne û li bajar pevçûn li alî hêzên artêşa Îbrenîn dimeşe.  Wezaretê hinek dîmen bi saziyên çapemeniyê re parve kir û di dîmenan de tê dîtin ku yekineyên artêşê yên ber bi bajarê Selahaddîn ve diçin bajarê Hemrîn û pira El Zarga û hinek gund ji DAIŞ’ê xilas kirine.

Hat diyar kirin ku hêzên Iraqê bi bombe û fuzeyan êrîşên baragehên çeteyan dikin.  Hat hînbûn ku ji destpêka operasyonan heta niha 15 çete hatine kuştin. Li herêmên kontrol dîsa hatiye girtin, gelek bombe bê bandor hatin hiştin û depoyên çekan hatin texrîbkirin. Helîkopter û balafir jî di operasyonan de piştgiriyê didin.

Li eniya ku Wezîrê Parastina Iraqê Halît El Ubeyd ziyaret kiriye, hat gotin ku  artêşê Pira Zerga giritye dest û berê xwe dane nahiyeya Alem û hedefa wan ya din jî navenda Tîkrîtê ye. Wezaretê got ku li bajarê Anbar jî li herêma El Gurma 13 gund ji çeteyan hatine rizgarkirin, 43 çete hatine kuştin.

Hat gotin ku bajarê El Dur jî bi giştî ji çeteyan hatiye rizgarkirin. 

Li aliyê din wezaretê da zanîn ku li Kermeyê 150 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 25 wesayîtên wan hatine îmhakirin û 13 wesayîtên bombeyî bê bandor hatine hiştin. Her wiha bajarê El Bagdadî jî hat girtin.