Leşkerên Nîjer û Çadê li dijî Boko Haram li Nîjeryayê ne

Li hemberî rêxistina terorê Boko Haram a çend roj berê diyar kir ku bi çeteyên DAIŞ'ê ve girêdayî ne, operasyoneke mezin destpê kir. Leşkerên ji artêşên Nîjer û Çadê, ji bo destekê bidin Nîjerya ya li hemberî rêxistinê şer dike bi pêş ve diçin.

Li hemberî rêxistina terorê Boko Haram a çend roj berê diyar kir ku bi çeteyên DAIŞ'ê ve girêdayî ne, operasyoneke mezin destpê kir. Leşkerên ji artêşên Nîjer û Çadê, ji bo destekê bidin Nîjerya ya li hemberî rêxistinê şer dike bi pêş ve diçin.

Li hemberî Boko Haram a bi pêkanînên li derveyî mirovahiyê û komkujiyan re navê xwe da bihîstin, têkoşîna welatên cîran li nava sînorên Nîjeryayê dewam dike. Li gorî radyoya bi navê Anfanî ya li herêma Diffa weşanê dike, leşkerên ser bi artêşên Çad û Nîjerê, ji herêmên Bosso û Diffa yên Nîjeryayê bi pêş ve diçin.

Li gorî radyoyê, yekîneyên artêşê li herêma Diffa li gel bi sedan tank, qemyon û ambûlansan bi pêş ve diçin û ketin nava sînorê Nîjeryayê. Leşkerên Nîjeryê yekemcar ketin nava Nîjeryayê. Heta roja îro bi tenê li herêmê sînor li hemberî Boko Haram şer dikirin.

Her wiha leşkerên Çadê jî operasyonên xwe yên ji meha Çileyê û vir ve di ser Kamerûnê re dimeşînin, derbasî nava sînorên Nîjeryayê kirin.

Rêxistina Boko Haram, ji sala 2009'an û vir ve bi îdîaya avakirina 'dewleteke Îslamî' li Nîjeryayê bi hezaran mirov qetil kir. Boko Haram, herî zêde bi revandina bi sedan zarokên keç û komkujiyên giran ên li gund û bajarokan navê da bihîstin. Ji dema destpêkirina hovîtiya Boko Haram û vir ve di nava 6 salan de herî kêm 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber operasyonên hevkar ên leşkerî yên welatên cîranên Nîjeryayê, rêxistina komkujiyê di mehên dawî de derbên giran xwar. Boko Haram ji bo vê rewşa xerab a moralê ji holê rake, roja Înê ragihand ku ew bi çeteyên DAIŞ'ê ve dilsoz in.