Gerîlayên FARC’ê wê bi artêşê re mayînan paqij bikin
Li Kolombiyayê di çarçoveya muzakereyên aştiyê de hikûmet û rêxistina FARC (Hêzên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiya), ji bo mayînên li bejahiya welêt paqij bikin li hev kirin.

Hat diyarkirin ku lihevkirina têkildarî paqijkirina mayînan li Kuba pêk hatiye. Bi vê peymana ku bi daxuyaniyeke hevpar a li Havana hat dayîn, tûrên muzakereya bi sernavê mafên qurbanan tên meşandin wê temam bibin.
Di hevdîtinên ku nêzî 2 sal in didomin û armanc bidawîkirina şer û pevçûnên zêdetirî nîv sedsalelê ne, li Kuba pêk tên. Di çarçoveya peymanê de gerîlayên FARC, di mijara paqijkirina mayîn û teqemeniyên di bin çavan de wê bi hêzên artêşê re bixebitin.
BI MUZAKAREYA 2 SALAN RE MERHELEYEKE GIRÎNG PÊŞ KET
Sermuzakerevanê hikûmeta Kolombiya Humberto de la Calle got, "Plana paqijkirina mayînan gaveke yekemîne, lê ji bo anîna aştiyê gaveke mezin e.”
Serokdewletê Kolombiya Juan Manuel Santos jî diyar kir ku vê peymanê ew hê zêdetir gihandiye armanca aştiyê ya li Kolombiyayê.
Alî berê jî di mijara reforma axê, bazirganiya tiryakê û tevlîbûna siyasî de gihiştibûn peymanên qismî.