Versiyona duyemîn a balafira destpêkê ya bi enerjiya rojê dixebite Solar Impulse, îro dest bi rêwîtiyê dike. Armanca Solar Impulse 2, ku dirêjahiya baskê wê 72 metre ye, 120 saetan bê navber bigere û okyanûsan derbas bike.
Balafira bi enerjiya rojê dixebite ya bi navê Solar Impulse, ku ji aliyê pîlotên Swîsreyî Bertrand Piccard û Andre borschberg ve hat çêkirin, îro ji Abû Dabî bi rê dikeve.
Solar Impulse 2 ku wê saetê 70 km biçe, plan dike ku ji îro û pê ve 35 hezar kîlometreyî bi 12 beşan bifire. Balafira ku tê payîn Okyanûsên Pasîfîk û Atlantîk derbas bike, herî zêde dikare bi 8 hezar 500 metre bilind bibe.
Abû Dabî ji ber ku tav zêde dide wê, hati hilbijartin. Li gorî plana hatiye kirin, balafir wê di ser Hîndîstanê re biçe Myanmar û Çînê, ji wir jî derbasî Pasîfîk bibe û bifire DYA. Tê payîn ku balafir bi giştî 25 saetan li hewa bimîne. Balafir piştî ku gihaşt DYA wê di ser Atlantîkê re biçe Başûrê Ewropayê ji wir derbasî Bakurê Afrîkayê bibe û di destpêka meha Tîrmehê de jî li nuqteya jê bi hewa ket li Abû Dabî vegere.
Dirêjahiya baskên Solar Impulse 2 72 metre ye û li hemberî yek ji yek ji mezintirîn balafirên cîhanê Airbus A380 li ber xwe dide. Giraniya wê ya giştî 2 hezar 300 kîlo ye û bi temamî ji aliyê enerjiya rojê ve dixebite. Balafir wê ji aliyê pîlotekî/e bi tenê ve bê bikaranîn.
Li Solar Impulse 2, ku bi şêweyekî karibe li hemberî turbulansên giran li ber xwe bide hatiye çêkirin, bi giştî 17 hezar 200 batariyên rojê hatine bicihkirin. Balafir wê bi roj enerjiya rojê li hev kom bike, bi şev jî bi vê enerjiyê bifire.