Li Lîbyayê çeteyên DAIŞ'ê 9 xebatkarên biyanî revand

Tê gotin ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, li navendeke petrolê ya li Lîbyayê 8 wezîfedarên ewlekariyê kuştine û 9 xebatkarên biyanî revandine.

Tê gotin ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, li navendeke petrolê ya li Lîbyayê 8 wezîfedarên ewlekariyê kuştine û 9 xebatkarên biyanî revandine.

Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku yên hatine revandin de çar welatiyên Fîlîpînê û yên din jî welatiyên Awûstûrya, Bangladeş, Çek û Gana. Nasnameya yek ji wan jî hînê nehatiye diyarkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê ragihand ku endamên DAIŞ'ê yên êrîşî navenda petrolê ya El Ganî kirin, serê wezîfedarên ewlekariyê jê kirine.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ahmet El Mesmarî jî ji BBC re axivî û anî ziman ku navenda petrolê ya 700 kîlometre li aliyê başûrrojhilatê Trablûsê ye, roja Înê rastî êrîşê hatiye.

El Mesmarî da xuyakirin ku der barê xebatkarên hatine revandin de hînê agahî negihaştiye ber destê wan û hay ji wan nîne.

Berdevkê artêşê diyar kir ku xebatkarekî dît serê mirovan hat jêkirin, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Bangladeşê jî roja Duşemê bi daxuyaniyekê piştrast kir û welatiyekî wan hatiye revandin. Hat ragihandin ku neh biyaniyên hatine revandin li kargeha petrolê ya bi navê "Value Added Oilfield Services" (VAOS) dixebitîn.

VAOS daxuyaniyeke nivîkî weşand û diyar kir ku der barê êrîşkaran û cihê xebatkarên hatine revandin lê tê ragirtin de ti agahî li ber destê wan nîne. Kargehê ragihand ku ew bi maseya krîzê ya li Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê hatiye avakirin re, di nava hevkariyê de tevdigerin.