Operasyona Tîkrît: El Alam paşde hat stendin

Di operasyona ji bo Tîkrît ji destê çeteyên DAIŞ’ê bê rizgarkirin berî niha bi hefteyekê hat destpêkirin, pêşveçûna hêzên Iraqî ya ber bi bajêr ve didome.

Di operasyona ji bo Tîkrît ji destê çeteyên DAIŞ’ê bê rizgarkirin berî niha bi hefteyekê hat destpêkirin, pêşveçûna hêzên Iraqî ya ber bi bajêr ve didome.

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê û milîsên Şîî navenda navçeya El Alam a li berbajarên Tîkrîtê kirin bin kontrola xwe.

Sûbayên Iraqî diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê hê jî di xaniyên bakurê navçeyê de xwe vedişêrin û hêzên hikûmetê ji bo şerekî kolan bi kolan xwe amade dikin.

Hêzên Iraqî hefeya buhrî navçeya El Dûr a li başûrê Tîkrîtê kiribûn bin kontrola xwe. Beriya operasyona li hember bajarê Tîkrît ê dîktatorê berê Saddam Huseyîn lê hatiye dinyayê, deriyê herî dawî yê stratejîk navçeya El Alam bû.

Berbaz  Wîsam Îbrahîm got,"Segvanên di kemînan bi cih bûne û madeyên teqemeniyê ji bo bi temamî kontrolkirina navçeyê pêşveçûna me giran dike.”

Îbrahîm diyar kir ku ji bo rê ji yekîneyên bejahiyê re bê vekirin li benda mudaxeleya helîkopteran e.

Press TV a kanala nûçeyan a Îranê ya bi zimanê Îngîlîzî weşanê dike, îdîa kir ku hêzên hikûmeta Iraqî û yekîneyên dilxwaz ji gelek nuqteyan ketine bajarê Tîkrîtê. Li gor Press TV, çeteyên DAIŞ’ê li navenda Tîkrît hatine dorpêçkirin.

Eger Tîkrît bê rizgarkirin, wê rêya operasyona hêzên hikûmetê ya li hember Mûsilê jî vebe.

Duyemîn bajarê mezin ê Iraqê Mûsil, di meha Hezîranê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bê şer û pevçûn hatibû dagirkirin.

Hêzên Kurd jî roja Duşemê li herêma Kerkukê li hember çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpêkirin.