YE dixwaze artêşa xwe ava bike
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker, bal kişand ser têkiliyên bi aloz ên ji ber Ukraynayê bi Rûsyayê re û bang kir ku artêşeke Ewropayê bê avakirin.

Jean-Claude Juncker ê ji rojnameya Elman Welt am Sonntag axivî got, "Hêzeke wiha wê ji bo parastina nirxên Yekîtiya Ewropayê li hember tehdîdên nû yên di sînorên Yekîtiya Ewropayê de li ber xwe bide."
Ji ber krîza Ukrayna di navbera rojava û Rûsyayê de têkilî di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin.
Serokê Komîsyona Ewropayê Juncker got, “Artêşeke wiha ji bo em polîtîkayeke hevpar a derve û ewlekariyê pêk bînin wê alîkariyê bike.” Juncker diyar kir ku armanc ne ev e ku rola NATO bê kêmkirin.
Juncker bal kişand ku îmaja Ewropa bi awayekî dramatîk xera bûye û got, “Di polîtîkaya derve de, wer xuya dike ku em cidî nayên girtin.”
Ev pêşniyar ji aliyê tevayî welatên di Yekîtiya Ewropayê de ne bi xweşbînî nayê pêşwazîkirin. Ji wan a sereke jî Îngîltere ye. Lê ji niha ve li Elmanyayê piştgirî dît.
Wezîrê Parastinê yê Elmanya Ursula von der Leyen, di daxuyaniya meha buhrî de got ku ne zarokên wî, lê neviyên wî wê Dewletên Yekbûyî yên Ewropa ya artêşa wê heye bibînin.