YE: Zêdeyî 100 madeyên nû yên narkotîkê hatin tespîtkirin
Navenda Şopandina Bindestê Narkotîkê ya Ewropayê, ku navenda wê li Lîzbonê ye ragihand, ku li Ewropayê par zêdeyî 100 madeyên nû yên narkotîkê hatine tesptîkirin.
Navenda Şopandina Bindestê Narkotîkê ya Ewropayê, ku navenda wê li Lîzbonê ye ragihand, ku li Ewropayê par zêdeyî 100 madeyên nû yên narkotîkê hatine tesptîkirin.
Navenda Şopandina Bindestê Narkotîkê ya Ewropayê, (YE) ku navenda wê li Lîzbonê ye ragihand, ku li Ewropayê par zêdeyî 100 madeyên nû yên narkotîkê hatine tesptîkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Şopandinê de hat gotin, "Bi giştî 101 madeyên nû di sala 2014'an de li sîstema lezgîn a alarmê ya Yekîtiya Ewropayê aliqî." Di sala 2013'an de 81 madeyên nû yên narkotîkê hatibû tesptîkirin. Navenda Şopandinê diyar kir ku ji sala 2010'an û vir ve zêdebûnek heye.
Bi tespîtên dawî re hejmara madeyên narkotîkê yên di bin çavdêriya Navenda Şopandinê de ne, gihaşt 450. Navenda Şopandinê da zanîn ku zêdeyî nîvê van madeyan di 30 salên dawî de hatine tespîtkirin.
Hat ragihandin ku ev hejmara ji daneyên ji 28 welatên Yekîtiya Ewropa, Tirkiye û Norwêcê hatiye tespîtkirin.
Navenda Şopandinê da zanîn ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî trafîka madeyên nû yên narkotîkê de, rêjeya madeyên narkotîkê yên li Ewropayê hatine desteserkirin, di navbera salên 2008-2013'an de bi heft qatî zêde bûye û gihaştiye 3,1 tonî.