Konseya Ewlekariyê ji bo Xiristiyanên li Rojhilata Navîn dicive

Fransayê, ji bo nirxandina rewşa Xiristiyên li Rojhilata Navîn li hovîtiya DAIŞ'ê rast tên, banga civînê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Fransayê, ji bo nirxandina rewşa Xiristiyên li Rojhilata Navîn li hovîtiya DAIŞ'ê rast tên, banga civînê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs diyar kir ku Fransayê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye, ku ji bo nirxandina rewşa Xiristiyan û hindikahiyên din ên li Rojhilata Navîn, di 27'ê Adarê de bicive.

Fabîûs ragihand ku civînê ew ê bi xwe bi reve bibe û destnîşan kir ku bi vê civînê re wê gelek welatên hovîtiya DAIŞ'ê qebûl nakin, vîna xwe nîşan bidin.

Fabîûs ji qenala nûçeyan BFMTV re axivî û anî ziman ku ew ê pêkanînên li hemberî hindikahiyan ti carî qebûl nekin.

Fabîûs got, "DAIŞ û terorîstên bi DAIŞ'ê re, yên li gorî wan nafikirin dixwazin ji aliyê fîzîkî ve tine bikin. Fransa banga seferberiyê li wijdanê gerdûnî die ku bi vê banga li Konseya Ewlekariyê re rola xwe dilîze."

Koma dijminê mirovahiyê DAIŞ, di meha Sibatê de li herêma Til Temirê 220 Xiristiyanên Asûrî revandibû. Ji ber êrîşa li hemberî gundan, zêdeyî 5 hezar malbatên Asûrî neçar mabûn cih û warên xwe biterikînin.