Li Spanyayê operasyona li dijî DAIŞ'ê: 2 kes hatin binçavkirin

Wezareta Karên Hundir a Spanyayê da xuyakirin, ku li xaka Spanya Ceuta ya li bakurê Fasê, di serdegirtina li hemberî rêxistinbûyîneke amadekariya êrîşê li dijî Spanya dikir de, 2 kes hatine binçavkirin.

Wezaretê diyar kir ku operasyon ji aliyê polîsan danê sibehê ve hatiye lidarxistin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama operasyonê de du gumanbarên 'parçeyek ji hucreya amadekarî dikirin êrîşî xaka neteweyî bikin' hatine girtin.

Wezaretê diyar kir ku ev operasyon piştî girtina 4 kesan a ji heman rêxistinbûyînê ya di operasyona 24'ê Çileyê de, pêk hatiye.

Di operasyona beriya vê de, du birayên Fasî yên welatiyên Spanyayê, li gel debance û kincên xwe yên leşkerî hatin girtin. Li gorî Wezareta Karên Hundir van kesan ji bo li welêt êrîşên 'terorîstî' bikin, xwe perwerde kirine.

Li Spanyayê, di mehên dawî de gelek şebekeyên endam ji çeteya DAIŞ'ê re peyda dikirin, hatin têkbirin. 

Li gorî rayedarên Spanyayê bi qasî 100 Spanî li Iraq û Sûriyeyê tevlî komên olî yên tund bûne.