Rapora Fîlîstînê wê dereng bikeve

Komîsyona lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên li Gazzeyê, ku di bin sîwana NY de ava bû, ji bo rapora xwe aşkera bike 3 mehên din dem xwest.

Komîsyona lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên li Gazzeyê, ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de ava bû, ji bo rapora xwe aşkera bike 3 mehên din dem xwest.

Komîsyona lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên li Gazzeyê, ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî ava bû, ji bo agahiyên nû baştir binirxîne, rapora xwe ji bo sê mehên din taloq kir.

Diviyabû rapor di 23'ê Adarê de pêşkêşî Sekreteriya Giştî ya NY bihata kirin. Nîqaşên li ser negihaştina raporê, beriya mehekê bi îstîfakirina serokê komîsyonê Wîllîam Schabas destpê kiribû, ku Schabas ji bo bandorê li nivîsandina raporê neke, dest ji wezîfeya xwe berdabû.

Îsraîlê, pêbaweriya Wîllîam Schabas ku di sala 2012'an de ji bo Rêxistina Rizgariyê ya Fîlîstînê (RRF) weke şêwirmend dixebitî, kiribû mijara nîqaşê. Profesorê Kanadayî Schabas ji bo RRF noteke hiqûqî nivîsandibû û di berdêla vê de 1.300 dolar stendibû. Îsraîlê li ser vê yekê pêbaweriya Schabas kiribû mijara nîqaşê.

Di êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Gazze de 2.100 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dabûn, 67 leşkerên Îsraîlî miribûn.