Poroşenko: 1549 leşkerên Ûkrayna hatin kuştin
Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko diyar kir ku ji Nîsana 2014 ve, di encama pevçûnên li herêma Donbassê de 1549 leşkerên Ûkraynî mirin.

Serokkomarê Ûkrayna Poroşenko yê ku destekê ji rojava werdigire, hevpeyvîn da televîzyonekê û diyar kir ku ji van kesên mirine 1232 endamên artêşê ne, 163 wezîfedarên servîsa tenduristiyê, 132 muhafizên neteweyî û 99 endamên hêzên girêdayî Wezareta Navxweyî jiyana xwe ji dest dane.
Serokkomar da zanîn ku ji agirbesta 15’ê Sibatê destpê kir û vir ve 64 leşker mirine.
Poroşeko aşkera kir ku ew dixwazin hemû çekên li Kirimê hatine danîn, şûnde vekişînin û sînorê ewlekariyê yê Kirimê bi hêz bikin.
Herêma Kirimê ya ku girêdayî Ûkraynaniyê bû, di encama referandûma 16’ê adara 2014 pêk hat de, bû parçeyek ji Federasyona Rûsyayê. Heta niha rêveberiya Kîev û welatên rojava Kirimê nas nekirine.
Li gorî daneyên Nunertiya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha di encama pevçûnan de zêdetirî 6 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.