Serfermandarê Giştî yê DYA hat serdana Bexda
Serfermandarê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Martîn Dempsey, di demeke ku li hember DAIŞ’ê operasyon tên kirin Bexda ziyaret kir.

Serfermandarê Giştî Dempsey, beriya serdana Iraqê daket keştiya balafiran a Fransa ya bi navê Charles de Gaulle ya li Korfezê. Ev keştî ji bo piştgiriya koalîsyona li hember DAIŞ’ê meha Sibatê hatibû şandin.
Dempsey, di daxuyaniya ku li keştiya balafiran de da diyar kir ku wê êrîşên hewayî neyên zêdekirin û bombardûman wê şaşiyek be.
Dempsey di têkoşîna li Iraq û Sûriyeyê ya li hember DAIŞ’ê de xwest “sebra stratejîk” bê nîşandan û got, “Li ser Iraqê mîna merşan bombardûman ne çareserî ye.”
Dempsey got ku zêdebûna êrîşê hewayî girêdayî kapasîteya artêşa Iraqê ya li qadê ye.
Serfermandarê Giştî paşê bi balafireke C-17 Bexda ziyaret kir.
Ev ziyaret di demeke ku li hember DAIŞ’ê operasyon tên kirin pêk hat.