Rûsya ji peymana çekan a konvansiyonel vedikêşe

Ji Rûsya ya ku ji ber krîza Ukraynayê têkiliya wan ya bi Yekîtiya Ewropa û DYA’yê re her diçe aloz dibe, pêngavek nû. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku der barê sînorkirina çekên konvansiyonel ji peymanê şûnde gav avêtine.

Moskowa ji Rûsyaya ku ji ber krîza Ûkraynayê têkiliya wan a bi Yekîtiya Ewropa û DYA’yê re her diçe aloz dibe, gavek nû. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku der barê sînorkirina çekên konvansiyonel ji peymanê şûnde gav avêtine.

Rûsya ji Peyman Hêzên Çekdarî ya Konvansiyonel ya Ewropayê (CFE) ku piştî Şerê Sar ji beşeke girîng a ekîbmanên leşkerî ya konvansiyonel re sînorkirinê tîne, ji îro û şûnde vedikêşe. CFE di 1992’yan de ketibû meriyetê û piştî şerê ser ji bo parastina hevsengiya leşkerî bibû peymanek girîng.

Di nava şert û mercên peymanê de sînorkirina  tank, balafirên şer, helîkopterên şer, gelek kelûpel û çekên konvansiyonel hebûn. Bi saya vê dihat plankirin ku êrîş û hewldanên dagirkirinê bê astengkirin.

Rûsyayê berê jî bi pêngaveke ku di 2007’an de hatibû biryar girtibû ku CEF’ê bide sekinandin. Wezareta Karên Derve biryar îlan kir û piştî vê bersiv nedabû ku wê ji hevdîtinên der barê kontrola çekên konvansiyonel yên Ewropayê vekişe yan na.

Vekişîna Rûsyayê ya ji sînorkirina çekên konvansiyonel, encama têkiliyên aloz a bi welatên DYA û Ewropayê ya ji ber ji ber krîza Ûkraynayê pêk hatiye. Ev rewş di heman demê de demek wek dema şerê sar e.

Piştî ku herêmên rojhilatê Ûkraynayê ketin dest komên Rûs, welatên Rojava zextên li ser Rûsyayê zêde kir.