Li Afganîstanê ji zilaman protestoya bi bûrka

Li Afganîstanê komeke zilam, bi armanca beriya 8’ê Adarê de balê bikişînin ser cudakarî, zext û şideta li hember jinan çalakiyeke bi bûrka pêk anîn.

Li Afganîstanê komeke zilam, bi armanca beriya 8’ê Adarê de balê bikişînin ser cudakarî, zext û şideta li hember jinan çalakiyeke bi bûrka pêk anîn.

Li Afganîstanê komeke ji 20 kesan a zilaman, beriya 8’ê Adarê bi armanca di 8’ê Adarê de balê bikişînin ser cudakarî, zext û şideta li hember jinan çalakiyeke bi bûrka pêk anîn. Çalakî ku wek “şok” hat dîtin rastî eleqeyeke zêde hat.

Çalakvanan pankarta, “Êşa jinan êşa me ye, dirûşma me wekhevî ye”, “Em ji her cure şidetê re dibêjin na” hilgirtin.

Jin çarşefa bi qefes a bi navê bûrka ji salên 1990’an ji dema Talîban bûn desthilatdar neçar in li xwe bikin.