Xelekên qels ên Operasyona Tîkrîtê

Operasyona mezin a artêşa Iraqê ku bi desteka milîsên Şîa û hin eşîrên Sûnî li Tîkrîtê da destpêkirin, dikeve roja sêyemîn.

Operasyona mezin a artêşa Iraqê ku bi desteka milîsên Şîa û hin eşîrên Sûnî li Tîkrîtê da destpêkirin, dikeve roja sêyemîn. Der heqê serketina operasyona mezin a bi bşedariya bi deh hezaran leşkerî, hin guman hene.

Di Operasyona Tîkrîtê de ku ku weke testa rizgarkirina Mûsilê tê dîtin, 30 hezar leşkerên artêşa Iraqê, milîsên Şîa û endamên hin eşîrên Sûnî yên li herêmê cih digirin. Di du rojên destpêkê yên operasyonê de artêşa Iraqê hinekî bi pêş ve çû, lê li hin herêman ji ber êrîşên xwekujî û bombeyî yên çeteyên DAIŞ'ê pêşveçûna wê lawaz bû.

TIFAQA HÊZÊN CUDA DIBE KU BI KÊR NEYÊ

Tîkrît ji ber ku warê dîktatorê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn e û piraniya mirovên li hemberî hikûmeta Bexdayê ya xwedî giraniya Şîa derdikevin lê dijîn, tê texmînkirin ku DAIŞ li vê herêmê xwedî desteka xwecihiyan e.

Di nirxandinên li ser Operasyona Tîkrîtê de, li ser biserneketina gengaz a operasyonê de sê pirsgirêkên girîng derdikevin pêş. Ji van ya herî girîng jî ew e ku hêzên ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin, bi armancên cuda hatine cem hev.

HEBÛNA ÎRANÊ WÊ JI BO DAIŞ'Ê BIBE NAVGÎNEKE PROPAGANDAYÊ

Îran bi milîsên Şîa yên tevlî operasyonê bûne û bi desteka xwe ya ji bo hilkûmeta Iraqê re parçeyek ji operasyonê ye. Ji Fermandarên Mûxafizên Şoreşê Qasim Silêmanî bi xwe milîsên Şîa yên tevlî operasyonê dibin koordîne dike. Ev yek firsendê dide DAIŞ'ê ku li Tîkrîkê ji bo xwe propaganda li nava gel bike.

Ji ber ku DAIŞ nakokiya mezhebî derdixîne pêş, hewl dide destwerdana Îranê weke hincet nîşan bide û desteka gelê Sûnî yê li Tîkrîtê ya ji bo xwe, zêde bike. 

RÎSKA HATINA PÊŞBERÎ HEV A MILÎSÊN ŞÎA Û GELÊ SÛNÎ

Yek ji lingên qels ên Operasyona Tîkrîtê ew e ku hin komên di nava milîsên Şîa de cih digirin, beriya niha tevlî karên binpêkirina mafên mirovan bûne. Gelê Sûnî yê bajêr bi fikar e ku milîsên Şîa qezenç bike û çalakiyên tolhildanê lidar bixin.

Di êrîşa par a li hemberî bajêr de gora dîktatorê berê Saddam Huseyîn hatibû xerakirin.

Di navbera milîsên Şîa yên li refên herî pêş ên operasyonê cih digirin û gelê Sûnnî yê bajêr de pêkane ku alozî derkeve.

BÊYÎ KOALÎSYONÊ GELO HÊZÊN HEWAYÎ YÊN IRAQÊ WÊ KARIBIN BI SER BIKEVIN?

Xeleka dawî ya qels a Operasyona Tîkrîtê jî ew e ku êrîşên hewayî ne ji aliyê DYA û hevalbendên wê ve, ji aliyê artêşa Iraqê bi tenê ve tê kirin. 

Çeteyên DAIŞ'ê her çend di şerên bajêr ên li Rojava de derbên giran xwarin jî, li bajarekî mîna Tîkrîtê ku demeke dirêj e lê bicih bûye û ji gelê herêmê destekê dibîne, tê texmînkirin ku wê li vî bajarî şerekî dijwar biqewime. Tê gotin ku li vê derê, çete wê kolan bi kolan, mal bi mal li hemberî yekîneyên Iraqê bisekinin û dibe ku serketineke gengaz dereng bixînin.