Charlîe Hebdo ji aliyê zêdeyî mîlyonek kesî ve hat xwestin

Kovara karîkaturê Charlîe Hebdo, ku di komkujiya hov a 7'ê Çileyê de li Parîsê 11 xebatkarên wê jiyana xwe ji dest dan, piştî navbereke kurt careke din dest bi weşanê kir. Hejmara nû ya kovarê ji niha ve ji aliyê 1 mîlyon kesî ve hat rezervekirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê kargeha belavkirinê ya çapemeniyê ya Fransayê MLP ve hat kirin, kovara Charlîe Hebdo wê vê hefteyê herî kêm 2,5 mîlyon heb bê çapkirin. Îro wê bi tenê 1,2 mîlyon ji vê hejmarê li firoşgehan bê firotin. Heta dawiya hefteyê jî ev hejmar wê bigihêje 2,5 mîlyonî.

Rêveberê kargeha MLP Patrick Andre da xuyakirin ku ji bo kovara îro ji nû ve tê weşandin de, lêkolîneke berfireh hatiye kirin. Andre ragihand ku di çarçoveya vê lêkolînê de firoşgehan diyar kirine ku herî kêm 1,2 mîlyon xwendevanî xwestine kovarê bikire.

Hejmara destpêkê ya piştî komkujiya Charlîe Hebdo, gihaştibû 7 mîlyonî. Ev hejmara kovarê wê heta 11'ê Adarê li firoşgehan be.

Piştî êrîşa 7'ê Çileyê hejmara aboneyan a kovarê jî gelekî zêde bûbû û gihaştibû 240 hezarî.