Rêxistina Efûyê: Tirkiye otorîtertir bûye

Rêxistina Efûyê got: “Rayedarên hikûmetê ji bo bikare bersiva rexneyên protestoyên 2013 li Geziyê pêk hatin û hilweşîna têkiliya wan a bi Fethullah Gulen re, bide otorîtertir bûye."

Rêxistina Efûyê got: “Rayedarên hikûmet ji bo bikare bersiva rexneyên protestoyên 2013 li Geziyê pêk hatin û hilweşîna têkiliya wan a bi Fethullah Gulen re, bide otorîtertir bûye."

Di raporê de hate diyarkirin ku rayedarên Tirk dixwazin serbixwetiya darazê têk bibin, sînordarkirinên li ser înternetê zêde dikin û rayeyên ku nadin rêxistinên sîxûrî jî didin rayedarên hikûmetê.

Rêxistina Efûyê wiha behsa rewşa Tirkiyeyê kir: "Mafê xwepêşandanên aştiyane tên binpêkirin. Polîsên ku tundiya dijwar pêk tînin nayên cezakirin. Di serî qanûna dijî-terorê, gelek darazên ne adil berdewam dikin, dema girtinan tên dirêjkirin. Rayedar mafên redkariya wijdanî û LGBTI’yan ji nedîtî ve tên. Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li hemberî jinan pêk tên ti tedbîrên pêwîst nayên girtin. Heta dawiya salê 1.6 milyon penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijiyan. Rewşa siyasî û civakî ya penaberan pir lewaz e. "

Li gorî agahiyên di raporê de hatine dayin, bal kişand ser bûyera Somayê û di encamê de 301 karker di encamê de jiyana xwe ji dest dan û da zanîn ku Tirkiye ji bo 49 welatiyên xwe yên li Mûsilê ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin, serbest bên berdan, 180 girtî serbest berdane.

Rêxistinê di berdewama rapora xwe de cih da pêvajoya çareseriya demokratîk jî û da zanîn ku ji bo pevçûnên çekdarî, rewşa bûyerên li Sûriye û Iraqê ti pêşveçûnek çênebûne û ji hemû demê zêdetir hatine ber şkestinê.