Gelo wê NY lîsteya kiryarên sûcê şer ê li Sûriyeyê aşkera bike?

Di lêpirsîna têkildarî Sûriye ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê meşandin de hate xwestin ku yên ku sûcên şer kirine derxin pêşberî edaletê.

Di lêpirsîna têkildarî Sûriye ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê meşandin de hate xwestin ku yên ku sûcên şer kirine derxin pêşberî edaletê.

NY’yê lêpirsîna têkildarî Sûriyeyê Îlona 2011'an dabû destpêkirin. Komîsyona NY’yê ya ku lêpirsînê dimeşîne ji çar kesan pêk tê û Paolo Pinheiro serokatiya wê dike.

Lêpirsînkar wê meh Adarê li hev kom bibin û dan diyarkirin ku ew amade ne ku lîsteya sûcdarên şer ên li Sûriyeyê di rapora nehemîn a ku wê beriya civîna Konseya Mafê Mirovan a NY’ê bê weşandin, aşkera bikin.

Ev sê sal in rapor tê amadekirin û her tim bi awayekî veşartî lêpirsîn tê meşandin.

Endamên komîsyonê ji Konseya Neteweyên Yekbûyî xwest ku sûcdarên şerê li Sûriyeyê derxin pêşberî dadgehên navneteweyî.