Tevlîbûna li çalakiyên dijberê Îslam û biyaniyan Pegîda, vê hefteyê jî kêm bû. Li dijî tevgerên nîjadperest bi hezaran antî-faşîst û demokrat jî herikîn kolanan. Li bajarên Frankfurt û Hannoverê pevçûn derket.
Tevgera Welatparêzên Ewropî yên li dijî Îslamîbûna Rojava (Pegîda) ya li bajarê Dresdenê ku ji sedî 2 ji şêniyên wê biyanî ye di meha Cotmehê de derket holê, di hefteya 16. de çalakiyên xwe dewam kir. Meşa herî mezin a Pegîda ku ji ber gotinên xwe yên nîjadperest her diçe qels dibe, li Dresdenê pêk hatibû. Parlamenterê berê yê Berlînê Rene Stadtkewitz ê ji 5 hezar kesên li bajêr civiyan re axivî îdîa kir, ku Elmanya her diçe li 'gefa Îslamê' rast tê.
Bi sedan antî-faşîst ên li Dresdenê hatin cem hev jî bi armanca 'welatekî hîn bêhtir bi tolerans' Pegîda protesto kirin.
Beşdariya li çalakiyên Pegîda yên li bajarên din bi çend sed kesan tê bilêvkirin. Li Leipzigê li dijî çalakiya Pegîda bi sedan antî-faşîst daketin kolanan, li Chemnitzê jî bi 400 dijberên biyaniyan endamên Cegîda daketin kolanan. Li hemberî wan jî bi qasî 200 antî-faşîst li heman kolanan çalakî lidar xistin.
Li bajarê Magdeburgê jî 300 dijberên Îslamê û li Kasselê bi tenê 60 alîgirê Kagîda çalakî lidar xistin.
LI HANNOVER Û FRANKFURTÊ PEVÇÛN DERKET
Meşên biçûk ên Pegîda yên li bajarên Hannover û Frankfurtê li astengiya antî-faşîstan û komên çep rast hat.
Li Frankfurtê zêdeyî hezar kesî destûr nedan meşa bi navê Fragîda ya ji 60 kesî pêk were. Endamên Fegîda li gel polîsan heta Gara Trenê ya Navendê meşiyan.
Baskê Pegîda yê Hannoverê Hagîda bi beşdariya 100 kesî çalakî lidar xistin. Li hemberî wan nêzî hezar kes bi dirûşmên 'toleransê' daketin kolanan. Li bajarê ku her du çalakî di heman demê de pêk hatin de li hin cihan pevçûn derket. Hat ragihandin ku endamekî Hagîda û polîsek birîndar bûye. Li gorî agahiyan, polîsan ji her du koman gelek çalakger kirine binçavan.