Lavrov: DYA li Rojhilata Navîn kaosê diçîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, bi zimanekî aşkera DYA sûcdar ku Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, di daxuyaniyên xwe yên heta îro de ku navê DYA nedida, vê carê bi awayekî aşkera li hember polîtîkaya derve ya Amerîka bertek nîşan da.
Lavrov ê di rûniştina taybet a têkildarî aştî û ewlekariya cîhanê ya di Konseya Ewlekariyê ya NY de axivî, bal kişand ser êrîşên hewayî yên DYA li Sûriyeyê, dagirkirina Iraqê ya sala 2003’an û mudaxeleya 2011’an a Lîbya.
Lavrov ê hin mînakên din jî dan got ku ev binpêkirina prensîbên esasî yên Neteweyên Yekbûyî ne.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya got, "Ev hemû encama rêvebirina bazara cîhanê, li her cihî her tişt nîzamkirin, li gor berjewendiyên xwe hewldana bikaranîna hêza leşkerî ya yekalî ye.”
Lavrov wiha dewam kir, "Ev hemû Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ber bi bêîstîqrariyê ve dibe û dibe sedem ku bi awayekî zêde radîkalî çêbibe.”