Mirinên ji ber Ebola zêde dibin

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Ebola jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibe. Heta niha 23 hezar 371 kes bi vîrûsê ketine û herî kêm 9 hezar 442 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Ebola jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibe. Heta niha 23 hezar 371 kes bi vîrûsê ketine û herî kêm 9 hezar 442 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya se bi Neteweyên Yekbûyî (NY) vîrûsa Ebola ya bi giranî xwe li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê da der, her belav dibe. Li gorî bîlançoya dawî, ji ber vîrûsa ku di Adara 2014'an veguherî şewbê, heta niha 23 hezar 371 nexweş ketine.

Li gorî bîlançoya WHO ku ji yên hatine tespîtkirin pêk tê, 9 hezar 442 kesên bi vîrûsê ketine jiyana xwe ji dest dane.

Welatê ku vîrûsê herî zêde lê rê li ber mirinan vekiriye, Lîberya ye. Li vî welatî heta niha 9 hezar 96 kes bi vîrûsê ketine, ji van 3 hezar 947 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Welatê ku vîrûs herî zêde lê belav bû jî Sîerra Leone ye. Hejmara mirovên li vî welatî bi vîrûsê ketine 11 hezar 155 kes e. Ji van 3 hezar 423 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Gîneyê ji 3 hezar 120 kesên bi vîrûsê ketin, 2 hezar 72 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane de bi sedan personelên tenduristiyê û xebatkarên alîkariya însanî jî hene.

Li gorî bîlançoya WHO ji 13'ê Sibatê heta 20'ê sibatê 372 kes bi vîrûsê ketine û 189 kes mirine.

Vîrûs di dawiya sala 2013'an de li Gîneyê bi mirina bebekeke 2 mehî ya ji ber vîrûsê destpê kir û di meha Adarê veguherî şewbê. Ji hingî ve li Nîjerya, Malî, Senegal, Brîtanya Mezin û DYA jî mirov ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.