Li Fransayê Serokê Konseya Saziyên Yahûdiyan (CRIF) Roger Cukierman, bi gotinên xwe yên li ser êrîşên li welêt ên antî-semîtîst û hatina van êrîşan ji ciwanên Misilman, mora xwe li rojevê xist.
Cukierman ku der heqê partiya nîjadperest Eniya Netewyî de jî axivî, hem ji neteweperestên Fransayî, hem ji çepgiran hem jî ji nûnerên saziyên Misilman nerazîbûn dît.
Serokê CRIF Roger Cukierman duh ji radyoya Europe 1 re axivî û der barê êrîşên antî-semîtîst ên li welêt de got, "Divê rastî werin bilêvkirin: Tevahiya çalakiyên şîdetê yên îro, ji ciwanên Misilman tên." Cukierman diyar kir ku ew li pêşberî gotina 'Îslamo-faşîst' a timî ji aliyê Serokwezîr Manûel Valls ve tê bikaranîn matmayî nemaye û got, "Ev gotin, rastiyê tîne ser ziman."
Cukierman ji bo partiya nîjadperest a bi navê Eniya Neteweyî (FN) jî got, "Eniya Neteweyî partiyeke ku ez ê ti carî deng nedimê. Li pişt Marîne Le Pen (lîdera partiyê) ku ji aliyê şexsî ve bê qisûr e, hemû derdorên qirkirinê înkar dikin, alîgirên Komara Vichy û Petainî hene."
Piştre CRIF daxuyaniyek da û diyar kir ku mebesta Cukierman a ji gotinên li ser ciwanên Misilman 'beşeke biçûk' bû û anî ziman ku divê Misilman bi xwe jî li hemberî vê beşê bikevin nava tevgerê.
Tevî partiya nîjadperest, saziyên Misilman ên li welêt jî nerazîbûn nîşanî van gotinên Serokê CRIF'ê da. Serokê Konseya Ola Îslamê ya Fransayê (CFCM) Dalîl Bûbakîr nerazîbûn nîşanî van gotinên Cukierman da û ragihand ku wan biryar dane beşdarî xwarina duh bi şev a ji aliyê CRIF'ê ve hatiye organîzekirin, nebin. Bûbakîr ev gotinên li hemberî Misilmanan weke 'giran' û 'bêsparte' bi nav kir.
Partiya Çep (PG) jî nerazîbûn nîşanî gotinên Cukierman da û diyar kir ku hemû êrîşên antî-semîtîst ji aliyê ciwanên Misilman ve nehatine kirin.
Serokkomar François Hollande yê beşdarî daweta CRIF'ê bû neket nava van nîqaşan û anî ziman ku êrîşên li dijî Yahûdiyan li welêt zêde bûne û ew ê li hemberî her şêwe çalakiyên nîjadperest û antî-semîtîst helwesteke tund nîşan bidin.
Lîderê UMP ê li mûxalefetê û Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy jî êrîşên hefteyên bihurî yên li hemberî goristana Yahûdî ya li bajarê Sarre-Union bibîr xist û da xuyakirin êrîş ji aliyê ciwanên Fransayî ve hatiye kirin.