Li Afganîstanê kesên nasnameya wan ne diyar 30 kes revandin
Hat ragihandin ku li wilayeta Zabûl a başûrêrojhilatê Afganîstanê, 30 kes ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatine revandin. Tê gumankirin ku êrîşkarên çekdar çeteyên DAIŞ bin.

Rayedarên Zabûl, diyar kirin ku kesên çekdar ên nasnameya wan nediyar 2 otobusên ji Kandahar ber bi Kabîlê ve diçûn li navçeya Şah Coy a girêdayî Zabûl li herêma Peşgende rawestandine û 30 kesên di otobusê de revandine.
Di bûyera duh li gor saeta herêmî 15.30'an pêk hat, hat ragihandin ku kesên hatine revandin şîiyên Hazara ne. Şîiyên Hazara li Afganîstan û Pakîstan di hedefa Talîban de ne.
Rayedaran dan xuyakirin ku kesên çekdar tenê zilam bi xwe re birine, jin û zarok berdane.
Ji bo rizgarkirina kesên hatine revandin li herêmê opersyon hat destpêkirin. Talîbanê heta niha têkildarî mijarê ti daxuyanî nedaye.