NY: Li Ukraynayê 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê navxweyî yê li Ukraynayê dewam dike de 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê navxweyî yê li Ukraynayê dewam dike de 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û hejmarên însanî yê şerê ev saleke li Rojhilatê Ukraynayê dewam dike, aşkera kir.

Li gorî vê yekê, di şerê navxweyî yê ev saleke dewam dike de 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, 14 hezar kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan de her wiha hat ragihandin ku êrîşên li hemberî wargehên sivîlan divê di çarçoveya sûcê şer de bên nirxandin.

Krîza siyasî, ku di Mijdara 2013'an de piştî ku Serokkomarê demê Vîktor Yanûkovîç nexwest Muzakereya Hevkariya bi Yekîtiya Ewropayê re mor bike destpê kir, di Sibata 2014'an de bi reva Yanûkovîç ji bo Rûsyayê re dijwar bû.

Di Nîsana 2014'an de jî hikûmeta Ukraynayê, li hemberî alîgirên serxwebûnê yên li herêmên Donetsk û Lûhansk ên li rojhilatê welêt, ku bi Rûsî diaxivin, dest bi operasyona leşkerî kir.

Di hefteya bihurî de, li gorî peymana agirbestê ya di 12'ê Sibatê de li paytexta Belarûs Mînskê hat morkirn û di 15'ê Sibatê de ket meriyetê, ragihandin ku wan dest bi vekişandina çekên xwe yên giran ên li eniya şer kirine.