Rojavayê Afrîkayê ji Ebola rizgar nabe
Li welatên Rojavayê Afrîkayê, tedbîrên li dijî vîrûsa Ebola ya nêzî saleke belav dibe, têrê nakin. Ji ber şewba vîrûsê rê li ber vekir hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan 9 hezar 600 derbas kir.
Li welatên Rojavayê Afrîkayê, tedbîrên li dijî vîrûsa Ebola ya nêzî saleke belav dibe, têrê nakin. Ji ber şewba vîrûsê rê li ber vekir hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan 9 hezar 600 derbas kir.
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat aşkerakirin, hejmara mirovên ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 9 hezar 660 kesî. Hejmara mirovên ji ber şewbê bi vîrûsê ketine, 23 hezar 825 e. Li gorî vê yekê, di nava çend rojên dawî de 131 kes bi vîrûsê ketin û 71 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Mirinên ji ber Ebola herî zêde li Lîberyayê xwe didin der. Welatê ku herî zêde vîrûs lê belav bûye jî Sîerra Leone ye. Li Lîberyayê ji 9 hezar 265 kesên bi vîrûsê ketin 4 hezar 57 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Sîerra Leone jî ji 11 hezar 370 nexweşên bi vîrûsê ketine 3 hezar 490 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li welatê Gîneyê ku par vîrûs jê belav bû, ji 3 hezar 190 kesên bi vîrûsê ketin 2 hezar 113 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Vîrûsa Ebola ku yekemcar di sala 1976'an de li Zaîreyê tespît bû, heta niha li parzemîna Afrîkayê rê li ber şewbê vekir, bû sedema mirina bi deh hezaran kesî.
Li hemberî vê vîrûsê hînê tedawiyeke şênber nehatiye afirandin.