Di protestoya li dijî lihevkirina Atîna û YE de bûyer derket

Li dijî lihevkirina Koalîsyona Çep a Radîkal (Syrîza) bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re, protestoyên destpêkê li Atînayê rê li ber tevlîheviyê vekir.

Li dijî lihevkirina Koalîsyona Çep a Radîkal (Syrîza) bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re, protestoyên destpêkê li Atînayê rê li ber tevlîheviyê vekir. Piştî çalakiya protesto ya ji aliyê komên çep ve hat oragnîzekirin, di navbera polîsan û xwepêşandêran de pevçûn derket.

Syrîza ya bi lîderiya Aleksîs Tsîpras di berdêla hin reforman de, di mijara dirêjkirina bernameya alîkariyê de bi YE re li hev kirin. Vê yekê rê li ber nerazîbûna hin komên antî kapîtalîst û anarşîst ên li welêt vekir. Duh êvarê li paytext Atînayê bi qasî 500 xwepêşandêr civiyan û lihevkirina bi YE, Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û Bankaya Navendî ay Ewropayê (ECB) protesto kirin.

Li dû xwepêşandanê, di navbera komeke ji 50 kesên rûpêçandî û polîsan de pevçûn derket. Li gorî polîsê Yewnanîstanê, ji ber molotof kokteylên ji aliyê xwepeşandêran ve hatin avêtin, vîtrîna hin dikanan xisar dîtin û gelek wesayît şewitîn.

Xwepêşandanên li paytext Atînayê bû xwepêşandana destpêkê ya li hemberî desthilatdariya Syrîza.