Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry di axaftina xwe ya li Senatoya Amerîka de, helwesta Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê rexne kir û got, "Rexneyên Netanyahû yên di vê mijarê de ne rast in."
Netanyahû DYA sûcdar kiribû ku hêviya xwe ya ji astengkirina bidestxistina çeka nukleerî ya Îranê winda kiriye û diyar kiribû ku DYA û welatên din ên 5+1, qebûl kirine ku Îran di nava çend salan de bibe xwedî madeyên karibe pê çekên nukleerî hilberîne.
Li gorî nûçeya di rojnameya Guardian a Brîtanyayê de vê hefteyê hat weşandin, îdîayên Netanyahû yên li ser Îranê di sala 2012'an de kir, bi îstîxbarata Îsraîlê Mossad re jî nakok bû.
Netanyahû di sala 2012'an de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, bi kartoneke ji wêneyê bombeyekê çûbû cem kursiya axaftinê û gotibû, "Îran di nava salekê de wê karibe çekên nukleerî hilberîne, divê ji bo rawestandina vê bikevin nava çalakiyê."
Li gorî nûçeya rojnameya Guardian a xwe dispêre gelek dosya û notên îstîxbaratî, Mossadê di noteke veşartî ya bi Başûrê Afrîkayê re çend hefte piştî axaftina Netanyahû parve kiribû digot, "Îran di nava hewldanên hilberÎna çeka nukleerî de nîne."
Netanyahû plan dike, ku di hefteya pêş de li ser banga Komargeran ku bi Demokratan û Qesra Spî neşêwirîbû, biçe DYA û li Kongreyê axaftinekê bike.
Ev serdana ku du hefte beriya hilbijartinên li Îsraîlê pêk tê, ji aliyê Qesra Spî ve bi xweşî nayê pêşwazîkirin.
Rêveberiya Washingtonê, ne razî ye ku Netanyahû ji bo îtirazên xwe yên li ser hevdîtinên nukleerî yên bi Îranê re bîne ziman, kursiya Kongreyê bikar bîne.
Şêwirmenda Ewlekariya Neteweyî ya Serok Obama Susan Rice, ji bo serdana Netanyahû gotibû, "xwedî wesfeke ku zerarê bide cewhera têkiliyên du alî."
Nayê payîn ku di ziyareta hefteya pêş de bi Obama re hevdîtinê bike.