Artêşa Iraqê li Tikrîtê dest bi operasyona li dijî DAIŞ’ê kir

Televîzyona dewleta Iraqê El Iraqiye da zanîn ku artêşa Iraqê li Tikrîtê bi hevkariya Milîsên Şiî û şervanên Sunî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Televîzyona dewleta Iraqê El Iraqiye da zanîn ku artêşa Iraqê li Tikrîtê bi hevkariya Milîsên Şiî û şervanên Sunî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Hate ragihandin ku operasyona li bajarê Tikrîtê ku serokdewletê berê Seddam Huseyin lê ji dayik bûye, bi desteka balafirên şer ên Iraqê û topên giran hatiye destpêkirin.

Televîzyona El Iraqiye ragihandin ku di encama operasyona ku îro hatiye destpêkirin de, hin ji cih DAIŞ’ê hatine paqijkirin, lê ev agahî nehatine piştrastkirin.

Bajarê Tikrîtê ku 150 km dikeve bakurê Bexdayê, ji Hezîrana 2014'an ve di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye. Piştî Mûsilê Tikrît bajarê herî mezin ê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye.,

Serokwezîrê Heyder El Ebadî beriya operasyonê li eyaleta Selahadînê bi rayedarên artêşê re li hev civiyan. Ebadî da zanîn ku wê eşîretên ku dest ji desteka ji bo DAIŞ’ê berdin, bêne efûkirin.