Hikûmeta nû ya Yewnanîstanê, maçên lîgên futbolê yên Yewnanîstanê sekinand. Biryar, ji ber bûyerên şîdetê yên Yekşema bihurî li dû maça navbera Panathînaîkos û Olympîakos rû dan, hat dayîn.
Serokê Federasyona Futbolê ya Yewnanîstanê Gîorgos Borovîlos roja Çarşemê ragihand, ku hikûmetê Lîga Super û Lîga Duyemîn ji bo demeke ne diyar, sekinandiye.
Borovîlos got, "Ji me re hat ragihandin ku lîga futbolê heta demeke ne diyar hatiye sekinandin. Hikûmetek me ya nû heye, ku dixwaze mijara şîdeta di futbolê de nîqaş bike û der heqê wê de pêkanînên qanûnî destnîşan bike."
Li Yewnanîstanê îsal di mehên Îlon û Mijdarê de ji ber bûyerên şîdetê du caran navber ji lîgê re hatibû dayîn.