Elmanya endama El Nûsra derxist pêşberî dadgehê
Li Elmanyayê, darizandina jineke Elman a di ser Tirkiyeyê re çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên El Nûsra bû, destpê kir.
Li Elmanyayê, darizandina jineke Elman a di ser Tirkiyeyê re çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên El Nûsra bû, destpê kir.
Jina ku bi zarokên xwe re ji Sûriyeyê vegeriya û hat tespîtkirin ku perwerdeya çek û bombeyan dîtiye, ji sûcdariya 'tevlîbûna li çalakiyên şîdetê yên gefê li ewlekariya dewletê dixwin' tê darizandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî, 3 kesên ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin xwe amade dikirin biçin Tirkiyeyê, hatin binçavkirin.
Jina Elman a ku li bajarê Allgau beriya du salan Îslamiyet qebûl kir, di destpêka sala bihurî de di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bû û tê gotin ku tevlî çeteyên El Nûsra bûye. Di gilînameyê de tê gotin ku jina Elman bi zarokên xwe yên keç re xwe li endamekî El Nûsra girt, paşê weke hevserê xwe yê duyemîn pê re zewiciye û perwerdeya çekê dîtiye.
Di gilînameyê de wêneyên keça 7 salî ya jina Elman a bi kalaşnîkofê, cih girt.
'JI BO XWE BIPARÊZE RAHIŞTIYE ÇEKÊ!'
Di doza li dadgeheke Munchenê hat dîtin de hat ragihandin ku bersûc qebûl kiriye ku çek li cem hebûye, lê belê îdîa kiriye ku ev çek 'ji bo ewlekariya xwe ya şexsî' hilgirtiye. Tê gotin ku bersûc a jin gotiye ew tevlî El Nûsra bûye, lê belê nizanîbû ev rêxistina çete bi El Qaîde ve girêdayî ye.
Li gorî agahiyan jina endama El Nûsra, li dû 3 mehên li Sûriyeyê ku pevçûn lê zêde bûn biryar da vegere Elmanyayê. Bersûc a jin her wiha îdîa kir ku ew bi tenê ji bo 'alîkariya însanî' çûye Sûriyeyê.
Hejmara endamên rêxistina olî ya tund ên beriya niha çûn Sûriyeyê û dûre vegeriyan Elmanyayê bi qasî 200 e. Li gorî meqamên Elman, ji van kesan bi qasî 70 jê, li Sûriyeyê tevlî êrîşên li derveyî mirovahiyê bûne.
FBI 3 ENDAMÊN DAIŞ'Ê KIR BINÇAVAN
Li aliyê din li DYA, bi operasyonekê re 3 endamên DAIŞ'ê yên hewl didan di ser Tirkiyeyê re biçin Sûriyeyê hatin zevtkirin. Di operasyona ajanên FBI yên li New York û Florîdayê de, 3 welatiyê Ozbekîstan û Kazakîstanê hatin binçavkirin û radestî dozgeriyê hatin kirin.
Rayedarên FBI dan xuyakirin ku kesên mijara gotinê xwestine biçin Sûriyeyê, lê belê eger nikaribin biçin plan kirine ku li DYA êrîşan pêk bînin.