Li Spanyayê partiya li dijî lîberalîzmê Podemos di anketan de li pêş xuya dike. Lîderê ciwan ê vê partiyê Pablo Îglesîas bang lı Serokwezîrê mûxafazakar Marîano Rajoy kir, ku di weşaneke zindî de derkeve pêşberî wî.
Lîderê partiya Podemos Pablo Îglesîas di axaftina xwe ya li mîtîngeke li paytext Madrîdê de, bersiv da gotinên Serokwezîr Marîano Rajoy ên li ser krîza li welêt.
Rajoy di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de îdîa kiribû ku Spanya ji kabûsa krîza di sala 2008'an de kûr bûbû, rizgar bûye.
Îglesîas got, "Kabûs rastiay welatê me ye" û nerazîbûn nîşanî bêkariyê, kêmbûna kêmbûna heqdestan, peymanên kar ên demkurt û rewşa bi sed hezaran xwediyên milkê taybet ên biçûk ku nikarin deynê xwe bidin, da.
Spanya bi rêjeya ji sedî 23 a bêkariyê de di nava Yekîtiya Ewropayê de piştî Yewnanîstanê di rewşa herî xerab de xuya dike.
Îglesîas ragihand ku li welêt nêzî 7,7 mîlyon karker hene ku kêm qezenç dikin an jî mehaneyekî kêmî hezar Euro dikevin destê wan û got, "Gelo derketina ji kabûs ev e?"
Lîderê partiya Podemos a beriya mehekê ava bû lê tevî vê dema kurt jî veguherî yekane mûxalefeta li dijî hikûmetê Pablo Îglesîsas bang li Serokwezîr Rajoy kir ku bi wî re di bernameyeke zindî ya televîzyonekê de nîqaş bike.
Lîderê Podemos ragihand ku li Spanyayê 'nelirêtiya sîstemê' nîne 'sîstema nelirêtiyê' heye û soz da ku ew ê sûcên li hemberî nelirêtiyê zêde bike.
Îglesîsas her wiha da xuyakirin ku wê deynên Spanyayê ji nû ve rêk û pêk bikin û vê yekê bi Herêma Euro re muzakere bike.
Îglesîas diyar kir ku Herêma Euro nikare Spanyayê ji nedîtî ve bê û got, "Em aboriya çaremîn a Herêma Euro ne, nikarin gefê li me bixwin."
Îglesîas bang li Serokwezîr Rajoy kir û got, "Em serokên hikûmeteke ku serî ditewînin û muzakere nakin, naxwazin."
Li gorî anketan Podemos wê di rêza yekemîn an jî duyemîn ji hilbijartinan derkeve. Heman tişt ji bo partiay PP a Serokwezîrê mûxafazakara Rajoy jî derbas dibe. Piştî hilbijartinên herêmî wê di dawiya vê salê de hilbijartinên giştî pêk werin.