Heyetek ji parlamenterên Fransayê Şam ziyaret kir û bi Beşar El Esad re hevdîtinek pêk anî. Ev serdan û hevdîtin li welêt bû sedema nîqaşan. Serokkomar û Serokwezîrê Fransayê bi zimanekî tund ev serdan şermezar kirin.
Çar parlementerên Fransayê roja Sêşemê, Sûriye ziyaret kirin. Parlamenteran dan xuyakirin ku ev yek serdaneke 'taybet' e. Hikûmetê nerazîbûn nîşanî serdanê da û diyar kir ku parlamenteran ti peyameke fermî bi xwe re nebirine.
Serokkomarê Fransayê François Hollande yê li paytexta Fîlîpînan Manîla ye got, "Ez vê hewldanê şermezar dikim" û anî ziman ku wekîlên mijara gotinê bi dîktatorekî rê li ber şerekî navxweyî yê bûye sedema mirina 200 hezar kesî vekiriye, hevdîtin kirine.
Serokwezîr Manûel Valls jî di daxuyaniya xwe ya îro de serdana li Sûriyeyê 'bi zimanekî tund' şermezar kir. Serokwezîr Valls da xuyakirin ku dema berpirsyariya rejîma Beşar El Esad a di şerê çar salan ê li Sûriyeyê de li ber çavan were girtin ev yek 'xeteyeke exlaqî' ye.
Di heyeta çû Şamê de parlamenterê UMP Jacques Myard, wekîlê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê Gérard Bapt, senatorê UMP Jean-Pierre Vial û ji rastgiriya navendê senatorê UDI François Zochetto cih girtin.
Wekîlê Sosyalîst, tevlî hevdîtina roja Çarşemê ya bi Beşar El Esad nebû.
Sekreterê sereke yê Partiya Sosyalîst Jean-Christophe Cambadélis, der heqê parlamenter Gérard Bapt de soza pêkanînê da. Cambadélis got, "Vê serdanê bi temamî şermezar dikim. Beşar ne dîtatoreke, qesabeke."