Li Elmanyayê di 6 mehên dawî yên sala 2014’an de bi rêya telefonên bêrîkan tespîtkirina cih sê qat zêde bûn. Sedema bi şandina SMS’yên veşartî yên ji telefonên bêrîkan re, bi DAIŞ re zêdebûna kesên diçin Sûriye û Iraqê yan jî yên vedigerin tê nîşandan.
Li gor bersiva Hikûmeta Federal a ji pêşnûmepirsa parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Jan Korte û Andrej Hûnko re, ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elman (BfV) a bi rêya telefonên bêrîkan cih tên tespîtkirin, di 6 mehên dawî yên sala 2014’an de zêdebûneke cidî heye. Li gor vê li hember 142 hezar kesên “bi guman” guhdarkirin û tespîtkirina cih pêk hatine.
Di heman demê de ji aliyê Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) 27 hezar, Federal Polîs (Bundespolizei) ve jî 39 hezar cih hatine tespîtkirin.
ZÊDEBÛNA HEJMARA DAIŞ’IYAN WEK SEDEM TÊ NÎŞANDAN
Sedema şandina SMS’yên veşartî yên ji telefonên bêrîkan re, bi DAIŞ re zêdebûna kesên diçin Sûriye û Iraqê yan jî yên vedigerin tê nîşandan.
MESAJA TÊ TELEFONAN NAYÊ FERQKIRIN
Tespîtkirina cih a ji aliyê îstixbaratan ve tên kirin, bi rêya mesajên ‘SMS’ya bêdeng’ ên ji telefonên bêrîkan re tên şandin tê kirin. Li gor vê tenê cihê bi sedan metre dûrî telefona bêrîkê tê tespîtkirin. Ev SMS ku di ekrana telefonê de xuya nakin, ji aliyê telefonê ve bê ku ketina SMS’ya telefonê ferq tê erêkirin.