Li Afganîstanê karesata aşîtê: Zêdeyî 200 mirî
Li gel eyaletên Afganîstanê ji ber barîna berfa zêde karesatên aşîtê rû dan. Di karesatan de zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li gel eyaletên Afganîstanê ji ber barîna berfa zêde karesatên aşîtê rû dan. Di karesatan de zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li gelek eyaletên Afganîstanê ji ber barîna berfa zêde karesatên aşîtê rû dan. Di karesatan de zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Bi tenê li eyaleta Penşîrê, li gorî Walî Abdûl Rahman Kabîrî 168 kesî jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm çar kes li eyaleta Lagman, kesek li eyaleta Nangarhar û şeş kes jî li eyaleta Bamyanê jiyana xwe ji dest dan.
Waliyê Penşîr Abdul Rahman Kabîrî di daxuyaniya xwe ya ji bo AFP'ê de got, "Ev bîlançoya dawî nîne, dibe ku di her saetê de biguhere."
Her wiha li Badakşan a bakurrojhilatê welêt 18 kes, li Nûrîsatanê 12 kes, li Bamyan a li navendê 6 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Karesata aşîtê heta niha rê li ber mirina 209 kesî vekiriye. Tê gotin ku hînê gelek kes di binê berfê de ne. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe. Li paytext Kabîlê ji ber berfê qebloyên elektrîkê jî xisar dîtin.
Li Afganîstanê ku gelek caran karesatên bahoz û aşîtê rû didin, her sal bi dehan kes jiyana xwe ji dest didni. Di sala 2010'an de li Derbasoka Salangê ji ber karesata aşîtê herî kêm 160 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Di Adara 2012'an de li Badakşan a li bakurrojavayê welêt ji ber aşîtê 50 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 145 kes winda bûbûn.