Di nav du hefteyan de zêdetirî 25 hezar welatiyên Misrê Lîbya terk kirin
Li gor daxuyaniya rayedarên Misrê, ji 15’ê Sibatê dema çeteyên DAIŞ’ê 21 Xiristiyanên Kiptî qetil kirin heta niha 25 hezar û 529 welatiyên Misrê Lîbya terk kirin.

Hikûmeta Misrê, piştî qetilkirina Xiristiyanên Kiptî ji welatiyên xwe yên li Lîbyayê xwestibû ku welêt terk bikin. Hema piştî 15’ê Sibatê dema hovîtiya DAIŞ’ê hatibû aşkerakirin, artêşa Misrê baregehên DAIŞ’ê bombardûman kiribû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misrê 21 hezar û 407 welatiyên Misrê di deriyê sînor ê di navbera Lîbya û Misrê de derbas bûn, 4 hezar û 122 kes jî ji ser Tunisê re xwe gihandin Misrê.