Qibris bendergehên xwe li keştiyên şer ên Rûs vedike
Di navbera Qibris û Rûsyayê de, li ser bikaranîna bendergehên Qibrisê ji aliyê keştiyên leşkerî yên Rûs ve, peymanek hat îmzekirin.

Peyman, di dema serdana du rojan a Serokkomarê Qibrisê Nîcos Anastasîadîs a li Moskowê hat morkirin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ji ber vekirina bendergehê divê kesek nekeve nava fikaran û got, "Hêza deryayî ya Rûs wê ji bo têkoşîna li dijî terorê û pêşîgirtina li bûyerên korsaniyê, bendergehan bikar bîne."
Pûtîn di dewama axaftina xwe de got, "Têkiliya me ya aştiyane ya bi Qibrisê re kesî hedef nagire. Bila kes ji vê rewşê fikaran neke."
Anastasîadîs jî diyar kir ku wan bi Pûtîn re mijara; vekirina baregeheke hewayî ya Qibrisê ji bikaranîna hêzên hewayî yên Rûs re, nîqaş kirine. Hat ragihandin ku hevdîtinên li ser baregeha hewayî di çarçoveya wezîfeyên alîkariya însanî de tên meşandin.
Li Yekîtiya Ewropayê di dema dawî de der heqê pêkanînên cîhana Rojava li hemberî Moskowê de nêrînên cuda xwe didin der. Bi taybetî Qibris, Macarîstan û Yewnanîstan pêkanînên li hemberî Moskowê rexne dikin.