Li Elmanyayê mafê penaberiyê ya Dêran daye rastî mudaxaleyan tê

Daxuyaniyên Partiya desthilatdar CDU ya Elmanyayê yên der barê nasandina mafê penaberiyê ya Dêran ku der barê penaberan de daye, ji aliyê nûnerên dêra Katolîk û Protestan tê.

Di salên dawî de bi zêdebûna hejmara penaberan re di dersînorkirinan de jî zêdebûnek cidî tê dîtin. Bi taybet jî  kesên dikevin çarçoveya Peymana Dublîn û  kesên berê li welatekî din ê Ewropayê serlêdana penaberiyê kiriye, yekane rêbaza wan ev e ku li dêran distirin. Hê bi sedan penaber ji bo ku neyên dersînorkirin li avahiyên ku polîs nekare mudaxaleyê wan bike bi cih dibin û ji bo demekê jî be ji dersînorkirinê xilas dibin.

Ji ber ku Dêran ji bo kesên ku tên dersînorkirin mafê starbûnê dabû nasîn, Partiya Yekîtiya Xiristiyan a desthilatdar (CDU) rexneyên giran lê kiribû. Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere der barê mijarê de daxuyanî da û got ku dêr karekî dij hiqûqê dikin û pergal ‘şerîata Îslamî’ re anîbû hemberî hev.  De Maîzîere piştre li ser bertekên hat nîşandan gotinên xwe şûnde kişand.

Serokê Koma Meclîsê yê CDU Volker Kauder jî  diyar kir ku ev pêkanîna dêrê ya ji bo penaberan mafê starbûnê hatiye dayîn nayê qebûlkirin.

DÊR BI DEWLETAN RE DI NAVA HEVDÎTINAN DE YE

Dêran jî bertekên tund nîşanî gotinên partiya hikûmetê û Wezareta Karên hundir dane. Konferansa Pîskoposan a Dêra Katolîk a Ellmanyayê (DBK) û Dêra Protestan a Elman (EKD) ji çapemeniyê re axivî û ji bo pirsgirêk çareser bibe bi dewletê re di nava hevdîtinê de ye.

Pîskoposê Hîldesheîm Nobert Trelle diyar kir ku her du dêr bi Daîreya Penaberan û Koçberiyê ya Federal (BAMF) re di nava hevdîtinan de ne û got dêr û siyasî ji bo ku pozîsyonek zelaltir bidest bixin hevdîtinan dikin. Trelle got ku nasandina maf a ji bo penaberan a dêrê wek çareya dawî ketiye dewrê û kesên dikevin çarçoveya Peymana Dublîn û yên ku dêrê mafê starbûnê dayê gelek kêm in.

Endamê DBK’ê pîskopos Trelle got ku divê der barê parastina penaberên ji ser Derya Spî tên de divê YE tedbîran bigirin û divê pergala penaberiya Peymana Dublîn bê guhertin. Li gorî Peymana Dublîn kesên penaberiyê welatên tevlî peymanê bûne dikin dema derbasî welatekî din dibe dikare ji nû ve bê welatê cara yekem çûyê.

Partiya Demokrat Sosyal (SPD) bertek nîşanî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir û daxuyaniyên ji aliyê CDU’yê ve hatine kirin da. Alîkarê Serokê Giştî yê SPD’ê Ralf Stegner got: “Wezîrê Karên Hundir mafê penaberan a dêrê bi şerîatê tîne hemberî hev, ev meseleyê çareser nake.”

CDU’yê jî bertek nîşanî daxuyaniya De Maîzîere da. Sekreterê Giştî yê CDU’yê Peter Tauber diyar kir hejmara penaberên ku dêrê mafê penaberiyê daye gelek kêm e.