Li Bolîvyayê lehî rabû: Zêdeyî 4 hezar kesî malên xwe terikandin

Li paytexta eyaleta Pando ya Bolîvyayê Cobîja, ji ber rabûna ava çemê Acre zêdeyî 4 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Li paytexta eyaleta Pando ya Bolîvyayê Cobîja, ji ber rabûna ava çemê Acre zêdeyî 4 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Alîkarê Serok Alvaro Garcîa Lînera, ji bo alîkarî û ziyaretê çû bajarê Cobîja û ragihand ku wê alîkariya ji bo herêmê di demên pêş de jî dewam bike.

Ji ber barana zêde ya hefteya bihurî, ava çemê Acre 14 metre ji asta xwe ya asayî bilindtir bû.

Li eyaleta Pando ku gelek wargehên li herêmê ket bin bandora lehiyê, rewşa awarte hat îlankirin. Ji bo malbatên neçar man malên xwe biterikînin, 19 kamp hatin avakirin.

Li vî welatê Amazonê, ku her sal di navbera mehên Çile-Adarê de baranek dijwar dibare, gelek caran lehî radibe.

Di Sibata 2014'an de ji ber barana zêde ya 60 salên dawî li Bolîvyayê 56 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 430 hezar donim erdê çandiniyê zerar dîtibû.