Li Parîsê gora komî ya nexweşxaneya Dema Navîn hat dîtin

Li paytexta Fransa Parîsê, di kolandinekê de bi awayekî rasthatî, goreke komî ya tê gotin ku ya nexweşxaneyeke dema navîn e, hat dîtin.

Hestiyên li binê avahiya firoşgeha Mnoprix a li qada Şaredariya Parîs II bi awayekî rasthatî hat dîtin, tê texmînkirin ku pêkane di navbera sedsalên 15 û 17'an de hatibin veşartin. Di kolandina li nêzî rawestgeha Réaumur-Sébastopol de di hundirê 8 odeyan de 200 îskeletên di binê xîzê de hatine veşartin, hat tespîtkirin.

Hat ragihandin ku îskeletên hatine dîtin bi 'hesasiyeteke mezin' hatine binaxkirin û li qadeke ji sed metrekareyî ne.

TÊ GOTIN KU YÊN NEXWEŞXANEYA DEMA NAVÎN E

Di daxuyaniya Enstîtuya Lêkolînên Arkeolojîk a Neteweyî (Inrap) a karê kolandinê dike de hat ragihandin ku cihê îskelet lê hatine dîtin dibe ku goristana Nexweşxaneya Trinité ya di dema navîn de kar kiriye. Nexweşxane di sedsala 12'an de hatibû avakirin û di dawiya sedsala 17'an de hilweşiya bû.