Li paytexta Afganîstan Kabîlê bi wesayîteke bombebarkirî li wesayîta ewlehiya sefaretxaneya mezin a Tirk xistin. Di êrîşa întîxarî de berbazekî Tirk mir û berbazek jî birîndar bû.
Di êrîşa ku li gorî saeta herêmî saet di 05.45’an de pêk hat de, êrîş li dijî wesayîta tîm a bi parastina Sefîr Îsmaîl Aramaz ê nûnerê Sivîl ê Afranîstanê yê NATO’yê peywirdar bû pêk hat. Di êrîşê de berbazek mir û yek jî birîndar bû.
Wezareta Karên Hundir a Afganîstanê der barê mijarê de daxuyanî da û got: “Di êrîşa întîxarî de konvoya Sefaretxaneya Mezin a Tirk hedef hat girtin.
Berdevkê Talîban Zabîhullah Mucahît ku êrîş girt ser xwe, diyar kir ku pirgirêka Talîban bi Tirkiyeyê re ku endamê NATO’yê ye re tine û got: “Di êrîşê de wesayîtên aîdî Tirkan ên li herêmê bi şaşî zirar dîtine û dijminahiya me bi Tirkan re tine.”