Elmanên Sudet dest ji daxwaza milk û axê berdidin
Bi mîlyonan Elmanên piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ji Çekoslovakya ya wê demê hatin sirgûnkirin, dest ji daxwaza xwe ya milk û axê berdidin.
Bi mîlyonan Elmanên piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ji Çekoslovakya ya wê demê hatin sirgûnkirin, dest ji daxwaza xwe ya milk û axê berdidin.
Bi mîlyonan Elmanên piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ji Çekoslovakya ya wê demê hatin sirgûnkirin, dest ji daxwaza xwe ya milk û axê berdidin. Saziya Elmanên ji herêma bi navê Dudetenland sirgûnî Elmanyayê hatin kirin temsîl dike, wan dest ji daxwaza mal, milk û axê ya piştî şer hatin desteserkirin, berdane.
Rêziknameya saziya bi navê Sudetendeutsche Landsmannschaft a 2,8 mîlyon Elmanên Sudet ên piştî şer koçî Elmanyayê kirin, hat nûkirin. Bi guhertina rêziknameyê ya di dawiya hefteyê de hat kirin re, tevî xala daxwaza axê ji Komara Çekê tê kirin, xala li ser radestkirina mal û milkên piştî şer hatin desteserkirin, hatin rakirin.
Di rêziknameya nû ya saziyê qebûl kir de tê gotin, "Pêwîste desteserkirina milkên bi sirgûn, xalîkirina etnîkî, sûcên li dijî mirovahiyê û şêweyê li dijî hiqûqa navneteweyî bê qedexekirin. Bê edaletiya heta roja îro rû daye, divê li ser bingeha tazmînateke adîl were başkirin. Şertê Mafên Bingehîn ê Yekîtiya Ewropayê (YE) pêwîste ji bo hemû welatên endam bi awayekî bê sînor derbasdar be."
KOMARA ÇEKÊ REHET BÛ
Wezîrê Karên Derve yê Komara Çekê Lûbomîr Zaoralek der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew biryara saziya Elmanyên Sudet temsîl dike, 'silav' dikin. Zaoralek da xuyakirin ku dest jê berdana daxwaza mal û axê ya Elmanên Sudet, yek ji şertên 'başkirina têkiliyan' bû."
HERÎ ZÊDE WAN BERDÊLA GIRAN A ŞER DAN
Elmanên Sudet, piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ji xaka bi sedan salan li ser dijiyan, ji aliyê hikûmeta Çekoslovakya ya wê demê ve bi zorê hatin koçberkirin û hemû mal û milkên wan tevî erdê wan hatibûn desteserkirin. Tevî Elmanên Sudet ku hingî nifûsa wan bi qasî 2,8 mîlyon bû, bi qasî 10 mîlyon Elmanên li başûr û başûrojavayê Polonyayê dijiyan, hatibûn sirgûnkirin.
Bi welatên din ên Ewropayê re, ji sala 1945'an heta 1950'î, bi qasî 13-15 mîlyon Elman ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin û koçî Elmanya ya îro hatin kirin. Komeleyên ji aliyê Elmanên hatin koçberkirin, nêzî 70 sal in ji bo ax, û milkên xwe yên hatine desteserkirin bi dest bixin, daxwaza xwe dianîn ziman.