Li Meksîkayê di çalakiya protestoyî ya mamosteyan de kesek mir
Li Meksîkayê di pevçûna navbera polîs û mamosteyan de, mamosteyekî jiyana xwe ji dest da, polîs jî di nav de 12 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûeyan a Fransayê (AFP) li bajarê Acapûlco yê eyaleta Gûerrero, bi armanca başkirina mercên xebatê û heqdestan û ronîkirna doza 43 xwendekarên dibistana mamostetiyê yên par hatin windakirin, mamosteyan roja Sêşemê rêya diçe balafirgeha Acapûlco ji bo 6 saetan girtin.
Di pevçûna navbera polîsan û xwepêşandêran a li vê derê de mamosteyekî teqawît ê 65 salî jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya Sendîkaya Koordînasyona Eyaletê ya Mamosteyên Gûerreroyî de hat ragihandin ku mamosteyê teqawît Claûdîo Castîllo ji ber lêdana polîsan jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 112 xwepêşandêr hatine binçavkirin.