Li Bremenê rîska êrîşa terorîstî: 1 binçavkirî

Li Elmanyayê di hefteyên dawî de hişyariyên li ser rîska êrîşa milîtanên Îslamî yên tund, zêde dibin.

Li dû bajarên Dresden û Braunschweigê, hat îdîakirin ku îstîxbarat heye li Bremenê êrîş were kirin û li ser vê yekê di serdegirtineke duh êvarê de kesek hat binçavkirin.

Di daxuyaniya polîsê Bremenê de hat ragihandin ku 'hucreyên Îslamî yên tund' ên veşartî li bajêr dixebitin, hatine tespîtkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hucreyên alîgirên şîdetê dibe ku êrîşê bikin û hat destnîşankirin ku polîsan bi taybetî li qadên li cemaweriyê vekirî, tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtine.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku polîsan avêtine se saxiyeke bi navê 'Navenda Çanda Îslamî' ya li Bremenê û di encamê de kesek kirine binçavan. Di daxuyaniya polîs de hat ragihandin ku li hemberî xeteriya êrîşê wê operasyonên bi heman rengî bên kirin.

Tê zanîn ku li gelemperiya Bremenê bi qasî 360 selefiyên tund ji aliyê îstîxbaratê ve tên şopandin.

Elmanyayê 'rîska terora Îslamî ya tund' di hefteyên dawî de timî bikar tîne. Festîvala karnaval a diviyabû di 15'ê Sibatê de li bajarê Braunschweigê bihata lidarxistin, ji ber sedema 'rîska zelal a êrîşê' hatibû betalkirin.

Li Dresdenê jî di 19'ê Çileyê de meşa roja Duşemê ya Tevgera dijberê Îslamê û penaberan a bi navê (Pegîda) ji ber xeteriya êrîşê, nekarîbû destûrê bigire.

Hejmara selefiyên tund ên ji Elmanyayê çûn Sûriye û Iraqê û tevlî DAIŞ'ê û rêxistinên din ên çete bûn, zêdeyî 550 ye. Tê gotin ku 200 ji van kesan, vegeriyane Elmanyayê.