Di nava hefteyekê 3 rojnamevan hatin qetilkirin

Rojnamevanên ku ji bo karê xwe bikin gelek xeteriyan dibin ber çavê xwe, di hedefa dewlet û mafyayan de ne. Li Gûatemalayê di nava hefteyekê de 3 xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dan.

Rojnamevanên ku ji bo karê xwe bikin gelek xeteriyan dibin ber çavê xwe, di hedefa dewlet û mafyayan de ne. Li Gûatemalayê di nava hefteyekê de 3 xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya qenala weşanê ya bi navê Servicable, kameramanê bi navê Gûîdo Armando Vîllatoro li herêma Chîcacao di encama êrîşeke çekdarî de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 

Li Chîcacao di nava hefteyekê de 2 rojnamevanên din hatin kuştin, yek jî birîndar bûbû. Xebatkarê rojnameya Prensa Lîbre ya li qada neteweyî weşanê dike Danîlo Lopez û ji nûçegihanên radyoya Nûevo Mûndo Federîco Salazar, roja Sêşemê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabûn.

Di êrîşê de rojnamevanek jî birîndar bûbû. Balkêş e ku hemû rojnamevanên hatin qetilkirin li heman herêmê û ji aliyê êrîşkarên bi motorsîklet ve hatine qetilkirin.

Hat ragihandin ku der heqê êrîşan de kesek bi hinceta 'fermana kuştinê daye' û kesek jî bi sûcdariya di êrîşê de motorsîklet bikar aniye, hatin binçavkirin.

Aşkera bû ku êrîş ji aliyê mafya yan jî çeteyan ve hatiye kirin. Xebatkarên çapemeniyê nerazîbûneke mezin nîşanî vê rewşê dan û qetilkirina hempîşeyên xwe protesto kirin.